KELHASANLI OLMAK BIR AYRICALIKTIR

kelhasan..
Anasayfa­SSS­Arama­Üye Listesi­Kullanýcý Gruplarý­Kayýt Ol­Giriþ yap
Paylaþ | 
 

 Koma Wetan ----

Önceki baþlýk Sonraki baþlýk Aþaða gitmek 
YazarMesaj
Admin
Admin


Mesaj Sayýsý: 22
Kayýt tarihi: 09/08/08
Yaþ: 17
Nerden: konya

MesajKonu: Koma Wetan ----   Salý Aðus. 12, 2008 4:51 pm

Cahaltî

(gotin – Letîvê Huseyn û Ezîzê Îsko mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)
Sal hatin, buhurîn
Hatin mîna gava
Ser emrê me hêwirîn
Wede li me ne kir lava
Cahaltî li me barkir
Derî dada revî
Ahiltî li me karkir
Nikarî bir birevî
Xwezil ez dîsa zar bûma
Ber dile dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hisar bûma
Merg, çîmana da ba bûma
Xwezil deqekî cahil bûma
Çiya u baniyada xwer bûma
Mihîna belek siyar bûma
Pasê disa kal bûma
II
Ez îdî nikarim
Mîna salê berê
Bikavme govendê
Nav sayê cumuetê
Hey lê min, hey dilo
Dilo kale-mêro
Tu bîr nakî Çîlê
Birîna dile kalê
Xwezil ez dîsa zar bûma
Ber dile dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hisar bûma
Merg, çîmana da ba bûma
Xwezil deqekî cahil bûma
Çiya u baniyada xwer bûma
Mihîna belek siyar bûma
Pasê disa kal bûma


Perîsan
(gotin – Ordîxanê Celîl, mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Gul û sosin gul vedane, Perîsan
Ez heyrana rêçûna te me delal
Tu digerî nava gund da Perîsan
Dilê xorta disewitînî, delal
Hey, Perîsan
Dile min ketiye te, Perîsan
Emrê minî tu, Perîsan
Bedewa min
Hey, Perîsan
Dile min ketiye te, Perîsan
Ruhê minî tu, Perîsan
Delala min
II
Va, dilê min tera rêye, Perîsan
Her çar alî gul tijîye, delalê
Seve rese hîv dernaê, Perîsan
Dewsa hîvê ji malê derê, delalê
Hey, Perîsan
Dile min ketiye te, Perîsan
Emrê minî tu, Perîsan
Bedewa min
Hey, Perîsan
Dile min ketiye te, Perîsan
Ruhê minî tu, Perîsan
Delala min


Sînê
(gotin û mûzîk Kerem T. Gerdenzerî)
I
Were Sînê, lê
Ez heyrana çevê teme,
Heylê Sînê,
Were Sînê, lê
Ez birîndarê bejna teme,
Heyra minê,
Tu kubarî, lê
Mîna kewotka çîl û qerqas
Rûbarê hewê
Tu bedewî, lê
Mîna kulîrka nav mêrg û çîmanê
Esîretê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav esîrê
Bedewa nav esîrê –
Sînemê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav esîrê
Bedewa nav esîrê –
Sînemê
II
Birîndarim ez
Mîna teyrê nav ezmanê
Kurdistanê
Were Sînê lê
Birîndarê xwe bibîne
Heyra minê
Tu bizanbe ez
Tucar bîr nakim navê Sînê
Rûbarê dinê
Birîndarim ez
Were Sînê, were Sînê
Were Sînê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav esîrê
Bedewa nav esîrê –
Sînemê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav esîrê
Bedewa nav esîrê –
Sînemê


Filîto
(strana gelerî, arenje - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Weylo, Filîto
Were neçe pêsiya vî kavranî
Flîto - lao, Flîto - lao
Weylo, Filîto
Were neçe pêsiya Mamê Gindê
Flîto - lao, Flîto - lao
Semê – rebenê, Semê – rebenê,
Semê – rebenê, Semê – rebenê.
Semê – rebenê, Semê – rebenê,
Semê – rebenê, Semê – rebenê.
II
Lowê Semê
Rê bide kavranê min da
Lowê Semê, Lowê Semê
Bazin zîva
Milê xwe dayne, here
Mamê Gindê, Mamê Gindê
Semê – rebenê, Semê – rebenê,
Semê – rebenê, Semê – rebenê.
Semê – rebenê, Semê – rebenê,
Semê – rebenê, Semê – rebenê.

III
Mamê Gindê
Bazin zîvê jorda tîne
Flîto - lao, Flîto – lao
Wey lo, Flîto
Ne min go – tu neheqî
Flîto - lao, Flîto – lao
Semê – rebenê, Semê – rebenê,
Semê – rebenê, Semê – rebenê.
Semê – rebenê, Semê – rebenê,
Semê – rebenê, Semê – rebenê.



Esmera Farê
(gotin û mûzîk Kerem T. Gerdenzerî)
I
Were, were mira were, emrê min
Hey lê bedewê, delalê were
Were, were kaniya ruhê dilê min
Hey lê bedewê, delalê were
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Hey lê bedewê, delalê were
Hey lê bedewê, delalê were
II
Hey lo bira agir berdane dilê min
Alava wêye, nav vê êlêye
De tu were mira bêje halê min
Alava wêye, nav vê êlêye
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Alava wêye, nav vê êlêye
Alava wêye, nav vê êlêye


Elegez
(gotin – Karlênê Çaçanî, mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
I
Elegez, çiqa kubar sekinî tu
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Nav van kaniyan û mêrga va
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Gul sosinava xemilî tu
Tu – Elegez, tu - Elegez

Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal diksin rêzê
II
Elegez, ez digerim nav mêrgê te
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Binya gunda – zevyê zerîn
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Gul sosinava xemilî tu
Tu – Elegez, tu - Elegez
Elegez, Elegez
Elegez, Elegez



Sêna min
(strana gelerî, arenje - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Sêna min gul, Sêna min
Inda neke zêna min
Kulîrka ber bîna min
Sêna min sêlê tîne
Ba tê biska sêtxîne
Dûmane rê nabîne
Gul, gul
Sêna min
Sêna min, Sêna min
Sêna min, Sêna min
II
Sêna mine remosî
Zer - memika nafrosî
Sêna min temnek danî
Çû mal, rîsê xwe anîh
Ba tê biska sêtxîne
Dûmane rê nabîne
Gul, gul
Sêna min
Sêna min, Sêna min
Sêna min, Sêna min


De megrî
(strana gelerî, arenje - Kerem T. Gerdenzerî )
I
Li durawa dêm, binase dengim
Rengî xerîbî nîstuwa li rengim
Rengî xerîbî nîstuwa li rengim
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrî malim wêrana
Li durawa dêm, binase dengim
Rengî xerîbî nîstuwa li rengim
Rengî xerîbî nîstuwa li rengim
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrî malim wêrana
II
Ew rîza malî, ba malî êva
Hemu xwesdavê ba bonêy tuwa
Hemu xwesdavê ba bonêy tuwa
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrÎ malim wêrana
Ew rîza malÎ, ba malî êva
Hemu xwesdavê ba bonêy tuwa
Hemu xwesdavê ba bonêy tuwa
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrî malim wêrana
III
Ere tu xot fermut min be wefanÎm
Bê wefayeket be çevê xom dî
Bê wefayeket be çevê xom dî
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrÎ malim wêrana
Ere tu xot fermut min be wefanîm
Bê wefayeket be çevê xom dî
Bê wefayeket be çevê xom dî
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrÎ malim wêrana
Sayfa baþýna dön Aþaða gitmek
Kullanýcý profilini gör http://kelhasanbiz.com
 

Koma Wetan ----

Önceki baþlýk Sonraki baþlýk Sayfa baþýna dön 
1 sayfadaki 1 sayfasý

Bu forumun müsaadesi var:Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
KELHASANLI OLMAK BIR AYRICALIKTIR :: ÞARKI SÖZLERÝ-